Amerîka Sizayan li Dij Du Grûpên Çekdar Û Rêberên Wan yên li Bakurê Sûriyê Radigihîne

Arşîv: Çekdarên Hayat Tahrir al-Sham (HTS) li Herêma Efrînê

WASHINGTON — Amerîka du grpûn çekdar yên girêdayî Artêşa Niştîmanî ya opozisyona Sûrî û rêberên wan komên çekdar, jiber binpêkirinên giran yên mafên mirovan li herêma Efrînê li bakurê Sûriyê.

Îro, Ofîsa Çavdêriya Serweta Biyanî (OFAC) ya girêdayî Wezareta Xezîneya Amerîkî du grûpên çekdar yên bingeh li Sûrîyê û sê endamên Rêbertiya grûpên çekdar derbarê binpêkirinên giran yên mafên mirovan li dijî kesên ku li herêma Efrînê dijîn li bakurê Sûriyê xistin lîsteya sizayan.

Herêma Efrînê ya Sûriyê bi giranî ji aliyê komên çekdar ve tê kontrolkirin, ku gelek ji wan tundûtûjiyê bikar tînin ji bo kontrolkirina çûnûhatina kelûpel û mirovan li herêmên jêr çavdêriya çekdarên wan de.

Wan komên çekdar êş û azarên welatiyan yên ku ji ber şerê navxweyî yê bi salan li Sûriyê derketine girantir kirine.

"Ew komên çekdar rê li ber vegerîna xelkê herêmê digire ku nikarin car dî vegerin ser mal û warên xwe, û bi binpêkirinên giran yên mafên mirovan li dijî gelên xizan yên herêmê tên tawanbar kirin," wek daxuyaniya wezareta Xezîneya Amerîka dibêje/

Brian E. Nelson Wekîlê Wezareta Xezîna Amerîka Bo PirsênTerorê û Îstîxbarata Maliyetê (Darayî) dibêje:

"Tedbîr standina îro berdewamiya me ya ji bo pêşxistina berpirsiyariya sûcdarên binpêkirina mafên mirovan, di nav de li Sûriyê nîşan dide.

Wekîlê Wezaretê dîsan got "Amerîka pabend e ku piştgirî bide şiyana gelê Sûriyê ku bikare bêyî tirsa komên çekdar û bêyî tirsa ji zordariya wan ya tundrê bijîn."

Ev tedbîr standin li gorî fermana cîbicîkar ya hejmar "13894" e, ku rê dide sizayan ferz dike li ser kesên ku kiryar yan siyasetên wan zêdetir gefê li aştî, ewlekarî û aramiyê dike.