Penaberên Efrînê ji Biryara Dadgeha Ewrupî Ne Razî Ne

Dadgeha Mafên Mirovan ya ewrupî(ECHR) berî çend rojan gilîya ku li ser navê gelê Efrînê hatibû pêşkêş kirin, red kir.

Gilî bi armanca darizandina hikûmeta Tirkîyê û komên çekdar jiber kiryarên wan li Efrînê hatibû kirin, lê dadgehê bersîv da ku alîyên qanûnî yên gilîyê ne temam in.

Penaberên Efrînê yên li Herêma Şehba bi daxuyanîyeke sê zimanî biryara Dadgeha Ewrupî red kirin.

“Em biryara Dadgeha Ewrupî şermezar dikin û qebûlnekirina gilîyên şênîyê Efrînê wek alîkarîya bi dagîrkerîya Tirkîyê re dibînin. Gelo çêdibe ku dewleta Tirk di heman demê de sûcdar û dadwer be?”

Daxuyanîyê xwest ku Dadgeha Ewrupî raportên rêxistinên navneteweyî yên wek Komîserîya Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Mirovan, Human Rights Watch û Amnesty International bingeh bigire ku binpêkirinên li Efrînê belge kirine.

“Em bang dikin ku Dadgeha Ewropî ji biryara xwe vegere û gilîyên gelê Efrînê qebûl bike. Bila dadgeh bê alî bimîne û biryareke dadmend bistîne û mafê mezlûman vegerîne,” daxuyanî bi berdewamî got.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema destdanîna artêşa Tirk û komên tundrê ya ser Efrînê, gelek kiryar û binpêkirin dij mafê mirovan kiribûn, gelek sazîyên navneteweyî ew belge kiribûn.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_11_21_2018_ECHR