Xebatkarê Amerîkî ku ji Tuşî Vîrusa Ebola Bû ji Nexweşxane Derket

Dr. Kent Brantly dema li Lîberya ye

Yek jî du xebatkarên alîkarîya mirovahî ku tuşî vîrusa Ebola bibûn, îro ji nexeşxaneyeke li Atlanta derket.

Rêxistneke saxlamîyê îro Pêncşemê ragihand ku Dr. Kent Brantly bi tevahî qenc bû û ji nexwesxanê derket.

Nexwesxaneya Emory ku Brantly û Nancy Writebol lê dihatin derman kirin, dermaneke ceribandinê ya bi navê ZMapp kar anî.

Rêvebirên nexweşxanê dibêjin, ewê bi cîvîneke ragihandinê rewşa Brantly û tedawîya wî ji bîra giştî re binirxînin.

Her du karmendên alîlaryê di vê mehê de li Lîberya tuşî virus Ebola bibûn ku ji wê nexweşîyê zîyana herî mezin dîtiye.

Rêxistina Saxlemîya cîhanî (WHO) dibêje, li Efrîqaya Rojava heta niha 1.350 kes jiber Ebola mirine û 576 kes ji Lîberya ne.