Di Şerê Rojhilata Sûrîyê de 13 Sivîl Hatin Kuştin

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov îro Înê ragihand ku di encama şerê di navbera mîlîşyayên ser bi rêjîma Sûrî ve û Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) de 13 sivîl hatine kuştin.

Çavdêrîyê diyar kir ku di nav qurbanîyan de 6 zarok hene ku di encama şerê li parêzgeha Dêrezorê de mirine.

Şer roja Çarşemê qewimî piştî ku hêzên ser bi Îranê ve êrîşî deverên jêr destê HSD’ê kirin, li gor Çavdêrîya Sûrî.

HSD jî ragihand ku di van êrîşan de 11 sivîl hatin kuştin ku bi piranî jin û zarok bûn.

Di heman şer û pevçûnan de du endamên mîlîşyayên ser bi Îranê ve hatin kuştin û sê jî birîndar bûn, li gor raportên Çavdêrîya Sûrî.

Rûniştvanên parêzgeha Dêrezorê ya ku ser sînorê Îraqê ye bi piranî Ereb in. Nîvê parêzgehê yê rojhilata Çemê Feratê di destê HSD’ê de ye û nîvê din di destê hêzên ser bi Îran û rejîma Sûrî de ye. Li Dêrezorê bi dehan êl û eşîrên Ereb hene ku hejmareke wan di şerê dijî DAIŞ’ê de tevlî HSD’ê bûn.

Çavdêrîya Sûrî got ku roja Çarşemê hejmareke efserên rejîma Sûrî bi serkêşîya komên ser bi Îranê ve Çemê Feratê qut kirin û derbazî rexê di destê HSD’ê de bûn, lê piştî şerekî ligel şervanên HSD’ê ew hatin vegerandin bo cihê xwe li rexê din yê Ferêt.

Ev şer û pevçûn di demekê de tên ku girjîya li Rojhilata Navîn, bi taybet di navbera Îran û Îsraîlê de, zêde dibin. Tirs heye ku şer li herêmê berfirehtir bibe, piştî ku Îsraîl komandarekî Hizbullahê li Beyrûtê kuşt û herwiha piştî kuştina rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh di êrîşekê de li Tehranê.

Îran û Hizbullah soz dane ku bersivê van êrîşan dijî Îsraîlê bidin.

Jêder: AFP