Piştî Erêkirina Biryara Agirbesta Sûriyê Gundewarên Dîmeşqê Aram in

Çalakvanên opozisyona Sûrî û rûniştvanên Dîmeşqa paytext dibêjin Dîmeşq û gundewarên wê îro Yekşemê aram in, piştî erêkirina bi tevahî ya Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî li dor biryara agirbesteka 30 rojî li seranserî Sûriyê.

Çalakvanan hin pevçûnên kêm ragihandin li Ghûta Rojhilat û her wiha du êrîşên esmanî yekser piştî erêkirina biryarê.

Ev aramî tê piştî hefteyeka topbaran û êrîşên esmanî yên giran ku di encamê de bêhtirî 500 kesî li Ghûta Rojhilat jiyana xwe ji dest da û her wiha bi dehan li aliyê hikûmetê hatin kuştin.

Ramî Ebdulrehman, rêvebirê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, got:

“Ev aramtirîn şeve ji Yekşema borî ve.”

Çalakvanê opozisyonê Anas el-Dîmeşqî got şeva borî arambû lê firokên şer û firokên bêfirokvan li esmanê herêmên bin destê serhildêran difiriyan.

Wî got jimarek teqîn îro Yekşemê li Ghûta hatin bihîstin.