Reuters: Yekem Karwanê Alîkariyên Mirovî Ber bi Sûriyê Ve Diçe

Dîmenên alîkariya qurbaniyên Erdhejê

Du jêderên alîkariyê ji Reutersê re ragihandin ku yekem karwanê alîkariyên mirovî ji bo herêma bakur-rojavayê Sûriyê ku ji erdheja wêranker bandor bûye, ber bi sînorê Tirkiyê ve diçe, bi hêviya ku îro Pêncşemê derbaz bibe.

Yek ji wan çavkaniyan gotîye ku karwanê alîkariyan ji 6 kamyonan pêk dihê.

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta rejîma Sûriyê berpirsên Amerîkî bi “xapandina raya giştî ya navdewletî” û hin rêxistin û gelê Amerîkayê tometbar kir û got: “Tiştek di yasaya Qeyser û cezayên Amerîkayê de nîne ku rê li ber alîkariyên mirovî yên bilez bigire dermanan bigre ku bigehin gelê Sûriyê."

Lê, li ser erdê, rejîma Sûriyê bi wê yekê tê tawanbarkirin ku dixwaze alîkariyên mirovî yên digihin kontrol bike û belav bike heta li deverên di bin destê opozîsyonê de jî.

Rêvebirê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman di hevpeyvîneke berê ya kenala Amerîkî El-Hurra de tekez kiribû ku cezayên Amerîka yên li dij rejîma Sûrî niha cemidandîne û alîkariyên ku ji welatên Erebî tên gihîştine firokexaneyên Sûriyê.

Ebdilrehman amaje bi wê yekê dike ku rêjîma Sûriyê "behaneya sizayên" Amerîkayê bikar tîne da ku rê li ber hatina alîkariyan bigire.

Rêvebirê Çavdêriya Sûrî (SOHR)dibêje, ew alîkariyên ku hatine, ji aliyê rêjîmê ve nehatine belavkirin, heta li wan deverên yên ku di bin kontrola wê de ne jî.