Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê di Sîstema Nû ya Reçeteyan de Cîh Neda Zimanê Kurdî

Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê berî çend rojan sîstema elektronîk ya dermanan ragihand ku dihêle nexweş bi rêka wê sîstemê reçeteyên xwe bistînin.

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ew sîstem wê bi zimanênÎngîlîzî, Almanî, Fransî, Rûsî û Erebî be.

Li ser vê daxuyanîyê, 55 parlamanterên Partîya Çep ya Kesk jibo ku tê de çima Kurdî tunene ji Koca pêşnîyara pirsê kirin.

Koca di daxuyanîya xwe de bersîveke wiha ragihand:

“Me ew 5 ziman jibo turîstan û nexweşên biyanî pêdivîyek dit. Jibo hemwelatîyên me di van zimanan de ne pêkan e ku em reçete binivîsin.”

Wezîrê Saxlemîyê Koca bi xwe Kurd e. Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî li ser wê, bangî Koca û Kurdên ku deng didin AKP’ê kir:

“Ka, we digot pirsgirêka Kurd tuneny? Ka, we di got em li hemberî Kurdan cûdatîyê nakin? Kurdên ku hun dengê xwe didin AKP’ê gelo hun jî van pirsan li AKP’ê nakin. Birêz Fahrettîn Koca, çima hun jî li zimanê xwe xwedî dernakevin?”

Li ser daxuyanîya Koca, ji CHP’ê jî bertêke hat. Parlamanterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu di daxuyanîya xwe de jî Koca wiha pirsî:

“Kurdî zimzanê dayikê yê bi mîlyonan hemwelatîyên me ye. Nayê pejirandin ku di nav E-Reçeteya Min de Kurdî tunebe. Ev yek di warê girtina xizmeta saxlemîyê de dibe kêşe. Di sîstema ku tê de Rûsî û Erebî heye gelo çima Kurdî tuneye?”

Li ser vê daxuyanîya Koca, parlamanterê Partîya Çep ya Kesk Wezîr Coşkun, Serokê HezKurdê Suphî Ozgen û Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê Husnu Yildirim jî nêrînên xwe bi Denge Amerîka re parve kirin.

Coşkun, ev yek wek neheqîyek li hemberî zimanê Kurdî nîşan da û hestê xwe wiha anî ziman:

“Ne pêkan e ku em helwesta Wezîrê Saxlemîyê bipejirînin. Dema nexweşek li Bakurê Kurdistanê tê Rojavayê Tirkîyê li nexweşxanê rastî pirsgirêkan tê. Pir caran ew bi Tirkî nexweşîyên xwe jî xelet dibêjin. A rastî redkirina ser zimanê Kurdî li her derê Tirkîyê de em dikarin bibînin, li nav parlamê jî zimanê Kurdî wek zimanekî nedîyar tê tomarkirin.”

Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) jibo ku zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî hin daxwazname dabû Serokamarî û Meclîsa Tirkîyê.

Serokê HezKurdê Ozgen rexnê xwe yên ser Wezîrê Saxlemîyê wiha dîyar kir:

“Zimanê Kurdî jî wek 5 zimanên din pir girîng e. Bi mîlyonan Kurd li vê derê dijîn. Em vê helwesta birêz Fahrettîn Koca gelek xelet dibînin. Pêwîste ku zimanê Kurdî jî li tevahîya Tirkîyê wek zimanekî fermî û qedirbilind were dîtin.”

Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî ya Saxlemîyê (SES) Husnu Yildirim jî biryara Koca di cî de nabîne.

“Kurdî li her derê Tirkîyê tê peyîvîn. Em wek kesên ku di sektara saxlemîyê de dixebitin, jî kêmahîya vê yekê dibînin. Pêdîvî ye ku wezaret din zimanên ku li Tirkîyê tên axaftin hem li nexweşxaneyan û hem jî li gelek cîyên din derfetan ava bike. Bi wê yekê, gelek pirsgirêk jî wê ji holê rabin.”

Li hemberî sîstema E-Reçeta Min bertekek jî li Baroya Amedê hat. Baro vê yekê wek mafekî hiqûqî dibîne û ji Wezareta Saxlemîyê dixwaze ku li wê biryarê vegere.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_31_08_2023_Fahrettin_Koca_Kurdi