Îranî Dibêje Rewşa Îsmaîl Qaanî Baş E

Karbidestêkî Îranî îro Duşemê ragihand ku serfermandarê Hêza Quds ya Îranê Îsmaîl Qaanî baş e.

Jêderên ewlekarî yên Îranê ji Reutersê re gotibû ku ji dema êrîşên hefteya borî yên li Beyrutê ve têkilî bi wî qut re bûye.

Ev agahî ji alîyê medya dewleta Îranê ve, ji zarê cîgirê fermandarê Hêza Qudsê Îrac Mescedî hat ragihandin.

"Saxlemîya wî baş e û karên xwe dimeşîne. Hin ji me daxwaz dikin ku em daxuyanîyekê bidin...hewcedarîya vê yekê tuneye", Mescedî got.

Yek ji karbidestên ku ji Reutersê re axifî got ku Qaanî di dema êrîşa hefteya borî de li taxên başûrê Beyrutê, li Dahîye bû ku hat ku berpirsê payebilind yê Hizbullahê Haşim Safieddîn kiribû armanc.

Wî karbidestî got ku Qaanî di dema êrîşa ne bi Safieddîn re bû.

Îsraîl di êrîşên dijî Hizbullahê de gelek avahî û kesên li Dahîye dike armanc, operasyonên esmanî û bejayî didomîne.

Qaanî, piştî ku hêzên Amerîkî di 2020’an de fermandarê wê yê berê Qasim Silêmanî di êrîşeke dronî de li Bexdayê kuştibû, bûbû serokê karûbarê leşkerî û îstixbaratî yê derve yê Pasdarên Şoreşê.

Jêder: Reuters