Rojnamevan Dîndar Karataş li Wanê Hat Binçav Kirin

Dîndar Karataş

Hêzên ewlekarî yên Tirkîyê li Wanê ser mala rojnamevanê Ajansa Mezopotamya (MA) yê Dîndar Karataş de girtin û ew desteser kirin.

Piştî ku Karataş li malê hate binçav kirin, hêzên ewlekarîyê ew bi kelepçekirî birin bîroya MA’yê ya Wanê û li wê derê jî lêgerîn pêk anîn.

Li gor agahîyên ajansê, Karataş di encama lêpirsînekî Serdozgerîya Komarî ya Erziromê de hatiye desteser kirin û wêzên ewlakarîyê dê wî bibin bajarê Erziromê.

Parêzer Ekîn Yeter dîyar kir ku li ser dosyaya Karataş biryara nepenîyê heye û niha ew nikare here cem wî.

Gokhan Altay

Gokan Altay, edîtorê MA’yê derheqê binçavkirin û serdegirtina ajansê got ku ew her roj rastî vê rewşê tên.

“Serê sibê avêtin ser malê. Em mîna her roj rastî heman pêkanînan hatin û rojanamevan bi çekan raxistin erdê. Piştî lêgerînê jî hevalê me Karataş hat binçav kirin.”

Altay bi bîr xist ku 4 rojnamevanên wan jî berî mehekê hatibûn girtin.

“Berîya niha jî 4 hevalên me jiber nûçeya 2 rûniştvanên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin, hatibûn zîndan kirin. Îro jî bi sedemên cûda hevalên me tên girtin, lê em baş dizanin ku tola nûçeyên me yên rastîyê hildidin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku heta amadekirina vê raportê ji karbidestên dewletê û ti daxuyanî nehatibûn dayîn.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_24_11_20_Binçavkirina_Karataş