Di vê dawîyê de fermangeha sinorî ya ser bi hikûmeta îraqî biryarek derxistiye ku 468 polîsên gumruka Duhokê ji pasewanîya sinor re werin veguhêzin.
Polîsên gumruka Duhokê nerazîbûn li dor vê biryarê encam da û ji hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê dixwazin ku jibo hilweşandina vê biryarê alîkar bin.
Komîser Aştî Hesen dibêje ku ew biryareke sîyasî ye û ew polîsên gumrukê ne çima herin sînor.
Polîsê gumrukê Şêrvan Ebdulqadir jî dibêje ku roja ew hatin damêzrandin ew li ser gumruka Îbrahîm Xelîl dixebitin.
Your browser doesn’t support HTML5