Biryar e ku li parêzgeha Duhokê dergehên 1619 xwendingehan bi nêzî 500 hezar xwendkarên xwe di nîva meha Cotmehê de werin vekirin.
Lê, pisporên saxlemîyê hişyarî didin ku Duhok jiber hejmara bilind ya tuşbûn û mirinên ji COVID-19 di rewşeke xeter de ye.
Xanim Jivan Selîm ku dayika 3 xwendkaran e, dibêje ku çûna zaroyên wan ya xwandingehan li ser wan û malbatên wan metirsî ye.
Mamosta Şirîn Îsmaîl dibêje ku nabe heta dawî dergehên xwendingehan girtî bin, lê divê hemî rênmayên saxlemîyê werin bicîh kirin da ku gîyanê xwendkar û mamostayan ji koronayê parastî be.
Serokê Yekîtîya Mamostayan li Duhokê Wehbî Yunis dibêje ku wan çend pêşnîyaz dane wezareta perwerde ya hikûmeta herêma Kurdistanê.
”Me pêşnîyaz kir ku dewam her 3 rojan çend pol werin dewamê û her xwendkarek bi tenê li ser textê xwendinê be û hemi pêdivîyên saxlemîyê berhev bikin.
Rêvebirîya saxlemîya Duhokê ragihand ku 24 saetên dawî de 330 kes bi korona ketine û 7 kes jî canên xwe ji dest dane.
Your browser doesn’t support HTML5