Blindbûna Nirxê Dolarê Jîyana Duhokîyan Dijwartir Kiriye

Bajarê Duhokê

Bajarê Duhokê

Bilîndbûna nirxê dolara Amerîkî hemî kelûpel li bazarê bi rêjeya % 30 zêde kirine û jîyana hemwelatîyan dijwartir kiriye.

Ji alîyê din, girîbûna mûçeyan ji hêla hikûmeta Herêma Kurdistanê ve rêjeya hejarî û bêkarîyê zêde kiriye.

Li ser vê mijarê rûniştvanê Duhokê Rojhat Luqman dibêje ku giring e cîhên peywendîdar di van kawdanan de difçşna bazarê bikir çimkî tenê dê zarar li çîna hejaran be.

Xanim Şîlan jî dibêje ku daxwazê ji hikûmeta Îraqî û ya Herêma Kurdistanê dike ku çareyekê li vê rewşê bikin jiber ku rewşa hejara xirab e.

Pisporê aborîyê Kawa Ebdulezîz jî dibêje ku sîyaseta Îraqê bo budceya sala 2021ê dizivire û pişkek ji wê li ser milên welatî bikeve.

Di dema çêkirina vê raportê de 100 dolar beramberî 140000 dînara Îraqî bû û bi zêdebûna dolarê buhayê kelûpelan li bazarê, taybetê jî xwarin zêde dibe.

Your browser doesn’t support HTML5

SB_12_22_2020_Duhok_Buhabûn