Rewşa Geştiyariyê Li Parêzgeha Duhokê

Kerta geştîyarî yek ji kertên giring e li Herêma Kurdistanê û yek ji jêderên dahata wê ye.

Li Herêma Kurdistanê ta radeyeke baş aramî heye, lewra piranîya welatîyên başûr û naverasta Îraqê seredana parêzgehên heremê dikin ji bo geştîyarîyê.

Parêzgeha Duhok jî yek ji wan parezgehane ku gelek cihên geştîyarî lê hene û hevsînor e di gel Tirkîyê û Suriyê û di rêya Mûsil da di gel parezgehen din yen Îraqê, lewra hijmarek mezin qesta Duhokê dikin.

Li gor amaren fermî yên rêveberîya giştî ya geşt û gozarî li Duhokê, di 8 mehên sala 2022 melyonek û 600 hizar geştîyaran seredana parêzgeha Duhokê kirine ku piranîya wan ji başûr û naverasta Îraqê bûn.

Dr. Xeyrî Elî reveberê giştî ye geşt û gozarê li Duhokê da dîyarkirin ku roj bi roj pilan hene ji bo geşeyê bexin kerta geştîyarî li Duhokê û yek ji pilanên wan festîvala nêvdewletî ya geşt û gozarê li Duhokê.

Xeyrî dibêje, “me pilan heye ji bo geştîyarîya zistanê çunke me deverên befrîn hene bi taybet li çiyayê Garey li nahiya Sersinkê.”

Hêjay gotinêye ku bûyera gundê Perexê li deverdarîya Zaxo ya ku 9 geştîyarîyên Îraqî bûyne qurbanî bombebarankirina Tirkîyê, geştîyarên başor û naverasta Îraqê êdî bi rengek berfireh nahên Duhokê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Selam Balayî