Roja Şemiyê 10mîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê destpê kir.
Festîval bi serokatiya Amir Elî Mihemed Tahir û derhêneriya fîlmçêkerê kurd Şewket Emîn Kurkî di bin dirûşma "Zimanê kurdî" de birêve diçe.
Rêweresmên vekirina festîvalê bi nîşandana filma "Bexdad Mêsî" dibe ya derhînerê kurd Sahîm Omer Xelîfe ku li hola konferansan li Zanîngeha Duhokê cih digre.
116 berhemên sînemakarên ji welatên cuda beşdarî vê festîvalê dibin û wê li hola sînema li Duhokê bên nîşandan.
Kurtefîlm û belgefîlm di çend beşên pêşbazî û pêşbirkê de tên beranberî hev.
Her wiha dê çalakiyên din jî bên kirin di nav festîvalê de weke :konferans û civînên pisporên sînemayê û panêlên giftûgoyan bên lidarxistin.
Festîval ji 9 heta 16 Kanûna 2023 li salona kongreya zanîngeha Duhokê, bajarê Komeleya Sînemaya Duhok Mall li Herêma Kurdistanê berdewam dike.
Jêder: duhokiff