Pêketinên Koronayê li Duhokê Zêde Dibin

Rêjeya pêketinên nexweşîya koronayê li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Îraqê zêde dibin.

Li gor hejmarên fermî, rojane bi dehan haletên nû yên COVID tên tomar kirin û 1 bo 3 kesan jiyanên xwe ji dest didin.

Wezareta saxlemîya Herêma Kurdistanê û rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhokê bang li welatîyan dikin ku maskan bikar bînin û xwe dûrî cihên giştî bikin. Desthilatdar herwiha bang li xelkê dikin ku vaksîna dijî koronayê jî werbigirin da ku rêjeya belavbûna nexweşîyê li parêzgeha Duhokê kêm bibe.

Heta vê gavê li Duhokê dora 21% ji welatîyan vaksîn wergirtine.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Selam Balay ji Duhokê