Jûra operasyonan a dijî vîrusa koronayê li parêzgeha Duhokê biryar da hin dukanan veke û welatî karê xwe biken, lê li duf rênmayên tenduristî, weke xaringeh, sertaşxane, dukanên buharat, Şerbet, alavên eliktironî.
Xodanên dukanên cilûberg û pêlav û alavên ne sereke nerazîbûna xwe dîyar kirin û yadaştnamek da jûra operasyonan û xwestin hêsankarî bo wan jî hebe û ew dukanên xwe vekin.
Hozan Xanim, ku yek ji xodanên dukanên cilûbergan e dibêje îro 60% ji dukanan hatine vekirin “çima yên me venabin û yên cilûbergan kêmtir xelk kom dibît ji yên telefon û cihên din. Em dixwazin hêsankarî bo me jî hebin.”
ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5