DSP Dibêje Ewê Piştgirîya Erdogan Bike

Önder Aksakal DSP

Partîya Çep ya Demokratîk (DSP) ragihand ku ewê di hilbijartinan de piştgirî bidin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.

Serokê DSP’ê Onder Aksakal dîyar kir ku ew nakevin hilbijartinê, lê ewê bi Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) re hevkarîyê bikin.

‘’Em nakevin hilbijartinê, emê bi lîsteyên AKP’ê li parlamanê bin’’ Aksakal got.

Karbidestên AKP’yî îro Înê serdana Navenda Giştî ya DSP’ê kiribûn.

Cîgirê Serokê AKP’ê Bînalî yildirim piştî civîna bi Aksakal re gotibû ew hêvî dikin ku di vê hilbijartinê de bi DSP’ê re bimeşin.

Jêder: NTV