SOHR: Tirkiyê di 48 Saetan de 48 Êrîş li Herêmên Rêvebirîya Xweser Pêkanîn

Êrîşên Tirkiyê yên ser binesaziya sivîl li herêmên Rêveberiya Xweser li Sûriyê

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) roja Pêncşemê ragihand ku dronên Tirkiyê xaleke kontrolê ya girêdayê Meclisa Leşkerî ya Minbicê armanc girt.

SOHR got ku dronên Tirkiyê bi du mûşekan êrîşî xaleke kontrolê ya "Meclisa Leşkerî ya Minbicê" li gundê El-Tuxar li gundewarê bakurê bajarê Minbicê li rojhilatê Helebê kir, lê derbarê kuştî û birîndaran ti agahî nehatine bidestxistin.

SOHR dîyar kir ku di 23'ê mehê de, Hêzên Eniya Kurd dronek li eniya gundê Qert Wairan li rojavayê Minbicê xistine xwarê.

Li aliyekî din, SOHR li gor çavkanîyên xwe yên li herêmê dibêje, "Di binpêkirina eşkere ya qanûna navneteweyî de, Tirkiyê di 48 saetên borî de, 48 êrîşên esmanî li ser herêmên 'Rêvebiriya Xweser' pêk anîn û zirareke mezin gihandin binesaziya herêmê."

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku 48 êrîşên Tikriyê li ser herêmê ku roja 25'ê mehê heta niha bi vî awayî bûn: 36 êrîşên esmanî li ser herêma Qamişlo û 12 êrîşên esmanî li ser devera Kobanê.

Li gor SOHR, ew êrîş bûne sedema kuştin û birîndar bûna 20 sivîlan.
SOR herwiha daneyên êrîşên Tirkiyê ser herêmên di bin kontrola Rêvebiriya Xweser de radigihîne û dibêje, "ji destpêka sala 2023'an ve hejmara êrîşan gihîştiye 154'an û bûne sedema kuştina 94 kesan û herwiha 107 kes jî birîndar bûne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor medya herêmê, roja Pêncşemê, 158 rêxistinên mafên mirovan û medyayî yên li Sûriyê daxwaza qedexekirina firînê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê kirin. Wan herwiha bang li civaka navnetewî kirin ku bombebarana Tirkiyê rawestînin ku binesaziya herêmê ya saziyên xizmetguzarî û dezgehên jiyana sivîl kirin armanc û bûne sedema kuştina bi dehan qurbanî.

Jêder: SOHR