Drona Tirkiyê li Rojavayê Qamîşlo Du Endamên Asayîşê Dikuje û 8 Sivîlan Birîndar Dike

Drona Trikiyê

Îro Yekşemê danê êvarî dironeke Tirkîyê êrîş li dijî trombîlekê li ser rêya navbara Qamişlo û Amûdê pêk anî.

Li gorî daxuyanîya Hêzên Ewlekarîya Hindrîn ku ew trombîl girêdayî hêza wan bû, û du endamên wan canê xwe ji dest dan.

Daxuyanîya Hêzên Ewlekarîya Hindrîn (Asayîş)'ê got ku sivîlên xwestin bi gazîya endamên wan birîndar herin Diron careke din êrîş pêkanî û di encam de 8 silvîl birîndarbûn.

Ev agahî sivîlên deverê ji bo Dengê Amerîka tekez kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev êrîş ya diwem e di nava 48 an setan de, ku berîya niha dironeke Tirkîyê tirombîlek hêza YPJ'ê li Minbicê armanc girt, di encam de fermandarek YPJ'ê û du şervanên jin canê xwe ji dest dan.

Your browser doesn’t support HTML5

Drona Tirkiyê Êrîş li Rojavayê Qamîşlo Pêkanî