Îro salvegera 29'an ya rêberê Kurd yê navdar Dr. Abdulrahman Qasimlo ye, ku di 13’ê Tîrmeha 1989’an de li Vîyana hatibû kuştin.
Dr. Qasimlo, ku Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) bû, çûbû Avusturya ku li ser mafên Kurdan û otonomîya jibo Kurdistana Îranê, danûstandinan bi hikûmeta Îranê re bike.
Tevî ku kujerên Dr. Qasimlo nehat eşkere kirin, partîya wî hikûmeta Îranê bi kuştina Qasimlo tawanbar kir. Di nav bîragiştîya Kurdan de jî nerîna berfireh bi heman awayî bû.
Dr. Qasimlo ku di warê aborî de doktora wergirtibû, li zanîngehên li Çekoslovakya û Fransa mamostetî dikir. Wî herwiha jimareke pirtûkên ser dîroka Kurdî ji nivîsîbû.