Dr. Hekîm: Êrîşên Komên Çekdar Dijî Hemî Kurdan e

Kurdên Serêkanîyê di merasîma binaxkirina hezkirîyên xwe xuya dibin

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê (El Partî) Dr. Abdulhekîm Beşar ew êrîşên komên çekdar yên dijî Kurdan dinirxîne.

Birêz Beşar dibêje, ew êrîş li Til Abyad ne tenê dijî partîyekê ye, lê dijî hemî mîlletê Kurd e û dijî tevahîya Rojava ye.

Serokê El Partî bang li PYD'ê dike ku hevkarî bi partîyên din re bike. "Nabe tenê yek partî rêvebirîya herêmê bikin û divê hemî partî bi hevre axa Kurdistanê biparêzin."

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Dr. Hakîm_7_25_RR