Dadgeha 22’emîn a Cezayên Giran Li Enqerê biryara derbarê Doza Kobanê îro Çarşemê bi paş xist.
Serokê Dadgehê ragihand ku jiber hin kêmasî û kêm demîyê biryara dawî dê di demek şûn de were dîyarkirin.
Di derheqê 108 endam û rêvebirên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) de, bi hinceta çalakîyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an, ku li dijî êrîşên DAÎŞ’ê hatibûn kirin, di nav de jî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag, doz hatibû vekirin.
Doza Kobanê, cara yekem di 26 Nîsana 2021’an de li Enqerê di Dadgeha 22’emîn a Cezayên Giran de dest pê kiribû.
Di doza îro de Selahattîn Demîrtaş bi Sîstema Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdar bû. Demîrtaş ragihand û got, “Ez daxwaza ti gotinan nakim, daxwaza azadîya hemû hevalên xwe dikim.”
Hevserokên Giştî yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogulları li gel parlamanter, rayedar û endamên DEM Partîyê beşdarî rûniştinê bûn.
Bakirhan û Hatîmogullari li pêşîya Girtîgeha Sîncanê rewşa Doza Kobanê nêrxandin û ev doz di serî de hata dawî wek dozeke kumpas binav kirin.
Şandeya Partîya Gel ya Komarî (CHP)’ê ku têda Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Gul Çîftçî, Alîkarê Serokê Komê yê CHP’ê Alî Mahîr Başkar, Parlamanterê CHP Sezgîn Tanrikulu jî tê de şandeyek beşdarî dozê bûn.
Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol Doza Kobanê ji Dengê Amerîka re nirxand.
Ozbîngol got, “Eva 8 sal in ku hevalên me bi awayekî bê hiqûqi di girtîgehê de ne. Ev doz ne qanûnîye dozeke kumpasê ye, dozeke sîyasî ye. Di vê derê de em dibînin ku tê xwastin li Tirkîyê hiqûq û demokrasîyê binpê bikin. Lê Doza Kobanê dikarim bêjim ku li Tirkîyê tunekirana demokrasîyê û doza pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye.”
Hevserokê Giştî yê Partîya Demokrasîyê ya Gelan (HDP) Cahît Kirkazak ji Dengê Amerîka re ev encam şîrove kir û li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê rawestîya.
Kirkazak got, “Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê çend cara biryar da ku ev doz ne dozeke hiqûqîye û dozeke sîyasî ye. Jiber vî jî berdana hevalên me kiribûn. Lê em dibînin ku bandora sîyaseta desthilatîyê li ser vê dozê xwe zêde nîşan dide.”
Hêjayî bibirxistinê ye ku eva 8 sale ku gelek kes jiber vê dozê girtî ne û bes di nav deh salên dawî de jî nêzîkî 10 hezar endam, rêvebir û parlamanterên HDP’ê jî hatin zindankirin. Dîsa Serdozgerê Dadgeha Bilind di 7’ê Hezîranê 2021’an de jibo ku HDP were girtin li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) doz vekiribû û ev doz li Lijneya Giştî ya AYM’yê di 21 Hezîranê de bi yek dengî hatibû pejirandin. Ev doza girtînê hê jî berdewam dike.
Your browser doesn’t support HTML5