Dozgerîya Wanê jibo Tecawîzkarên Penabera Jin 18 Sal Cezayê Zindanê Xwest

Avahîya Dadgeha Wanê

Rûniştina doza destdirêjîya dijî penabera bi navê ZN îro Sêşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê pêk hat ku du hêzên ewlekarîyê, YV û IHK wek tecawîzkar tên darizandin.

YV û IHK ji girtîgeha Wanê bi sîstema deng û dîmen (SEGBİS) beşdarî rûniştînê bûn û tawanên ser xwe red kirin.

Dozgerîyê ji dadgehê jibo her du hêzên taybet yên ewlakarîyê, ku bi tecawîzkirina ZN tên darizandin, ji 12 sal an heya 18 salan cezayê zîndankirinê xwest.

Parêzerên bersuçan jî jibo parastînê daxwaza pirtir demê ji dadgehê kir.

Komîsyona Jinan ya Baroya Wanê, ku jibo piştgirîya jina penaber di rûniştînê de amade bû, ji dadgehê daxwaz kir ku li gor bîryara dozgerîyê bersuçan ceza bike û girtina bersuçan bidomîne.

Dadgehê jî jibo bîryardayînê, rûniştîna dozê ji 8ê Tîrmehê re paşve xist.

Piştî rûniştîna dozê, endama Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) û Baroya Wanê parêzer Ebru Demîrtepe got ku dozgerîyê li gor qanûna daxwaza cezakirina bersuçan xwestîye û ew hêvîdar in ku dadgeh jî di asta bilind de wan ceza bike.

“Em bîryara dozgerîyê erênî û rast dibînin. Li gor ve bîryarê cezakirina wan kesan li gor qanûnan dê bi cîh were. Em hêvî dikin ku dadgeh ji cezayê wan kêm neke, jiber ku ji destpêka dozê heya niha bersuçan tevî hemî delîlan suçdarîyên hember xwe xwe red dikirin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku ZN li Navenda Paşveşandina Penaberan ya Wanê ji alîyê 3 hêzên taybet yên ewlekarîyê ve hatibû tecawîz kirin. Piştî bûyerê wek bersuç YV û IHK hatibû girtin, lê nasnameya bersuçê din hin jî nehatiye dîyar kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_13_04_21_Doza_Destdirêjîya_Ser_Penaberê