Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li ser ‘Doza Kobanê’ ku îro Duşemê li Enqere destpê kir, li hejmareke bajarên Tirkîyê bi daxuyanîyên rangihandinê bertek nîşan da.
Doza Kobanê ku hevserokên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demrtaş jî di nav de 28 jê girtî, 108 sîyasetvanên Kurd tên darizandin. Ew bi îdiaya “tekbirina yekitîya dewletê” û “bûne sedema kuştina mirivon” tên darizandin.
HDP jî li Wan, Şirnex, Îzmîr, Merdîn, Amed, Ruha, Muş û Colemêrgê bi xwepêşandan û preskonferansan got ku ew doz dijî HDP’ê wek xefikek tê xebitandin ku HDP’ê wek partîyeke tawankar nîşan bide.
Rêxistina HDP’ê ya Wanê li ber avahîya xwe daxuyanî da ragihandinê û ser navê komê Rêvebirê HDP'ê Sedat Alkan wiha got:
“Ev doz li ser daxwaza Partîya Dad û Peşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) hatiye vekirin û ev jî dide nîşan din ku daraz bêalî û serbixwe nîne. Armanca vê doza fen û fût, sîyaseta demokratîk bi temamî berdest bike û HDP’ê tune bike.”
Alkan dibêje ku bi vê dozê tê armanc kirin ku dengê opozîsyonê û Kurdan qut bike û bi vî şekli tola serkeftina Kobanê bistîne.
“Ew kesên ku jiber neketina Kobanê xemgîn dibûn, îro dixwazin tola wan rojan bistînin. Armanc dikin ku bi vê yekê muxalefetê bêdeng bikin û kesên ku dengê xwe li gor mafê xwe yê demokrasî û qanûnan derdixin tawanbar biken.”
Alkan herî dawîyê got ku destketîyên Kurdan di her alî de dibin êrîşan de ye û wî jibo serketina demokrasîyê banga piştgirî doza Kobanê kir.
Hêjayî gotinê ye ku doz li ser xwepêşandanên jibo piştgirîya Kobanîyê ku di 6-7 Cotmehê 2014'an de pêk hatibû û nêzî 50 kesan canê xwe ji dest dabû, hate vekirin. Dozger 108 sîyasetvanan wek suçdarên kuştin û wan bûyeran nîşan dide.
Your browser doesn’t support HTML5