Li Enqerê îro Sêşemîyê rûniştina 53’an ya Doza Kobanê hate lidarxistin.
Hevberdevkê Partîya Çep ya Kesk Îbrahîm Akin û şandeya li gel wî, karbidestên HDP’ê û parêzerên parastinê beşdarî vê rûniştinê bûn.
Akin di bînvedana rûniştinê de li pêşîya Salona Danaşîna Kampûsa Girtîgeha Sîncanê daxûyanîyek da.
“Îro em beşdarî Doza Kobanê bûn. Me careke din dît ku ev doz di serî de heta dawî wek dozeke dek û dolaban tê meşandin. Li vê derê ne hiqûq lê sîyaset li ser kar e.”
Doza Kobanê, cara yekê di 26’ê Nîsana 2021’an de li Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê, di Dadgeha Cezaya Giran ya 22’an de destpê kiribû. Di vê dozê de 18 kes bi girtî û bi tevahî 108 kes têne darizandin.
Di rûniştina 53’an de yên ku parastina xwe kirin, hin ji van di danaşînê de amadebûn û yên ku li derî Enqerê ne jî bi Sîstema Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn.
Di sala 2014’an de dema rêxistina terorîst DAIŞ’ê êrîşî bajarê Kobanê kir, rêberên HDP’ê li ser Twitter’ê peyam parve kiribûn û piştgirîya xwe bi Kurdên Sûrîyê nîşan dabûn. Dozger wê yekê wekî piştgirîya terorê dibînin.
Hevberdevkê Partîya Çep ya Kesk ev doz bi tevahî dozeke siyasî nîşan da û wek ji hiqûqê tiştekî dûr ew binav kir.
“Ev doz dozeke kumpasê ya sîyasî ye. Di rûniştinê de heyeta mehkemê naxwaze ku parastina hevalên me bigire û û dixwaze ku yekser encamekê derxîne. Lê dîsa jî hevalên me li hember vê bêhiqûqîyê parastina xwe dikin û vê sîstema bê hiqûqî pîşan didin.”
Akin ragihand ku wek Partîya Çep ya Kesk ewê bi parlementer û girseya xwe tevahî dijî vê dozê derkevin û heta dawîyê ewê piştgirîyê bidin hevalên xwe.
Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê ya HDP’ê Serhat Eren jî ser vê dozê ji Dengê Amerîka re ragihand ku hikûmet bi awayekî sîyasî û bê hiqûqî dixwaze ku bi Doza Kobanê HDP’ê bigirin.
“Doza Kobanê ne dozeke hiqûqî ye, bi tevahî sîyasî ye. Di bingeha doza girtina partîya me de jî ev doz cîhekî fireh digre. Lê Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrûpayê jî ev doz xelet û bê hiqûqî nîşan da. Lê mixabîn desthilatîya Tirkîyê biryara dadgeha Ewrûpayê jî nayne cî. Her tişt di bin destê desthilatîyê de ye û ti biryareke jî nanase.”
Di rûniştina 52’an ya Doza Kobanê de meha borî jî Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar beşdar bûbû û ev doz wek gefeke ser sîyaseta Kurd nîşan dabû û gotibû, “Bi dek û dolaban dixwazin ku HDP’ê bigrin.”
Doza girtina HDP’ê ji alîyê Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ve di 7’ê Hezîranê 2021’an de jibo ku HDP were girtin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû. Ev doz li Lijneya Giştî ya AYM’yê di 21 Hezîranê de bi yek dengî hatibû pejirandin.
Your browser doesn’t support HTML5