Hiqûqzan Turkdogan: Doza Kobanê Binpêkirina Hiqûqê Ye

Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê û Cîgirê Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan got ku di Doza Kobanê de heyeta dadgehê makezagonê binpê dike.

Turkdogan ji Dengê Amerîka re got ku di Doza Kobanê de heyeta dadgehê qabûna bingehîn binpê dike û li hember wê yekê ti bergirî jî nayên girtin.

“Do di çarçoveya Doza Kobanî de parastina birêz Gultan Kişinak hebû. Kişanak 7 salî zêdetir e ku di girtîgehê de ye û heta niha jî ti cezayek nedane wê. Lê li gor Makezagona Tirkîyê, heke 7 sal derbaz bibin û ew kes cezayekî wenegire pêwîst e were berdan. Lê heyeta mehkemê li vê derê rasterast makezagonê binpê dike. Qaşo yên ku hiqûqê bînin cî em dibînin ku hiqûqê têk dibin.”

Do Duşemê li girtîgeha Sîncanê di 22’emîn Mehkemeya Cezaya Giran ya Enqerê de Doza Kobanê hate dîtin.

Sîyasetvana Kurd ya girtî Gultan Kişanak beravanîya xwe kir. Kişanak, heyeta dagehê rexne kir û got ku ew bi çih tê tawanbarkirin dikare beravanîya hemûyan bike.

Kişanak dîyar kir ku tevî ku qanûna eşkere dibêje kesek dikare herî zêde 7 salan girtî bimîne, dadgeh jibo qanûnê pûç bike 75 roj in ku ew nehatîye berdan. Kişanak got, “Hûn kî ne ku min bidin darizandin?”

Parêzerên Kişanak jî xalên têkildar yên qanûnê bîr xistin û li ber alîgirtina heyeta dadgehê xwestin heyeta dadgehê were guhertin.

Hiqûqzan Turkdogan ragihand ku li gor Qanûna Dadwerîya Cezayê (CMK) û Qanûna Medenî ya Tirk (TMK), heke Gultan Kişanak neyê berdan li gor makezagonê heyeta dadgehê dibe sûcdar.

“Li Tirkîyê her çiqas hiqûq neyê cîbicîkirin jî, lê madeyên qanûnê zelal in. Li gor CMK û TMK’yê, li hember Kişanak heyeta dadgehê rasterast qanûnê binpê dike. Di vê derê de em dibînin ku hiqûq nayê cîbicîkirin, tenê daxwazên desthilatdarîya sîyasî tê cî kirin.”

Turkdogan da zanîn ku neberdana Kişanak careke din dîyar kir ku ew dozeke sîyasî ye.

“Ev doz di serî de heta niha jî li gor daxwazên desthilatdarîya sîyasî anku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tegera Netewperwer (MHP) ve tê kirin. Desthilatdarîya sîyasî çi dixwaze, heyeta mehkemê jî wê bicîh tîne,” got Turkdogan.

Doza Kobanê, cara yekê di 26’ê Nîsana 2021’an de li Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê, di Dadgeha Cezaya Giran ya 22’an de destpê kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di vê dozê de bi tevahî 108 kes têne darizandin ku 18 ji wan girtî ne.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_16_01_2024_Ozturk_Turkdogan_Doza_Kobane