Serdozgerîya Tirkîyê di Doza Girtina HDP’ê de Îdiayên Nû Pêşkêşî Dadgehê Dike

Serdozgerê Komara Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn jibo girtina HDP’ê hin delîlên nû da Dadgeha Bilind.

Heyeta Dadgeha Bilind, bi hinceta “li ber sûcê endamtîya rêxistina terorê” dosyaya parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û parlamenterê berê yê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim wek delîlan xiste nav dosyaya girtina HDP’ê.

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel di sala 2014’an de li gel Çekdarê PKK’ê Volkan Bora (Koçero Meletî) wêne kişandibû. Ev wêneyana di medya Tirkiyê de hatibû weşandin.

Li ser vê jî di 1’ê Adarê 2022’yan de di rûniştina parlamentoya Tirkiyê de parêzbendîya Guzel hate rakirin û dû re jî desteserkirina biryarê hate girtin. Di wê navberê de jî Guzel derketibû dervayê Tirkîyê.

Di bergeha nû de hin delîlên din yên Guzel û Yildirim beşdarê doza girtina HDP’ê kirin. Jiber vê jî Dadgeha Bilind jibo van pêzanînên nû biryar girti ku vê ragîhînê HDP’ê û ew jî di nav 30 rojan de nêrîna xwe radestî dadgehê bike.

Pêvajoya vê doza girtinê wê jî vi şûndetir wiha bidome; wê dîrokek were dîyar kirin û Serdozgerê Komara Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn daxuyanîya devkî bide, rêveberên HDP’ê jî li beranberî wê berevanîya xwe bidin.

Piştî vî jî li ser vê darîzandinê pêzanîn û belge wê kom bikin, raportorê Zagona Bingehîn jî, di derheqa esasî de raporta xwe wê amade bike. Piştî ku raportor van delîlan bide Dadgeha Bilind, Serokê Zagona Bingehî Zuhtu Arslan jî dê jibo civînê roj dîyar bike û piştî vê jî di wê rojê de doza girtinê wê di esasî de were dîtin.

Endamê Zagona Bingehîn ji 15 kesan pêk tên. Jibo girtina HDP’ê pêdivî ye ku ji sêyan du (2/3) ango di nav 15 kesan de 10 kes jibo girtinê dengê erê bidin.

Di vê demê de Serdozgerê Komara Dadgeha Bilind heke hin delîlên din jî bibîne dikare radestî Dadgeha Bilind bike.

Lê, rêvebirên HDP’ê hemû van delîlan wek delîlên pûç nîşan didin. Parlamenterê HDP’ê parêzvan Mehmet Rûştî Tiryakî radigîhîne ku bi delîlên di dosyaya dijî HDP’ê de ne pêkan e ku HDP were girtin.

Tiryakî bawer dike ku ev doz ne hiqûqî, lê dozeke sîyasî ye.

Doza Kobanê çend roje ku li Enqerê tê dîtin. Lê ev doz jî niha wek delîlek di nav dosyaya girtina HDP’ê de cî digire. HDP vê dozê jî wek dozeke kumpas anku dozeke derewîn bi nav dike ku 21 ji wan girtî, bi tevahî 108 kes têne darizandin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_13_05_2022_Girtin_Doz_HDP