Bi sedema şerê berdewam û toleyên aborî yên ser Sûrîyê, nirxê Lîraya Sûrî beramber Dolarê Amerîkî her diçe lawaz dibe.
Li Sûrîyê niha yek Dolarê Amerîkî zêdetirî 4400 Lîrayên Sûrî dike ku ev jî di nava sûkê de dibe sedema alozî û pirsgirêkan.
Bazirganên Kobanê ji Dengê Amerîka (VOA) re behsa pirsgirêkên ku jiber vê rewşa nearamî derketine holê dikin.
Ew dîyar dikin ku jiber nearamîya nirxê dolar ew rastî gelekpirsgirêkan tên û her wiha ew bi fîkar in.
Bazirganên Kobanê dibêjin ku nearamîya nirxê dolar dibe sedema bihabûna pêdivîyan û bandoreke xirab li ser liv û tevgera bazirganîyê dike.
Li gor bazirganan ev alozî dê kêm bibe ger rawestandina şer û başbûna rewşa ewlehî pêk were.
Bilindbûna nirxê dolar bi xwe re heqê hemû pêdîviyan bilind dike û jiber wê jî karîna kirînê li cem xelkê kêm û lawaz dibe .
Tê zanîn ku karmendên rêvebirîya xweser herwiha karkerên rojane mûçeyên xwe bi Lîraya Sûrî werdigrin.
Ew jî dibejîn ku mûçeyên wan têra kirîna pêdivîyê jiyanê yên serekî nake
Karmendên rêvebirîya xweser daxwaza wergirtina mûçeyan bi Dolarê Amerîkî dikin û dibêjin bo ku ew karibin debare jiyana xwe bikin , heyvê 150 - 200 Dolar pêwîste .
Hejayê gotinê ye ku berîya şerê navxwe yê Sûrîyê yek Dolarê Amerîkî 50 Lîraya Sûrî dikir, lê piştî şer hêdî hêdî nêrxê lîrayê daket.
Piştî toleyên aborî yên ser Sûrîyê, nirxê Lîraya Sûrî bi rengekî berbiçav daket ku niha yek Dolarê Amerîkî zêdetirî 4400 Lîraya Sûrî dike.
Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin:
Your browser doesn’t support HTML5