Cudahiyên di navbera Bexda û hikumeta Herêma Kurdistanê de hîn jî berdewam in li ser hinardekirina nefta Herêmê û deynên Herêmê di wî çaxî de di dema ku Parlemena Îraqê kardike jibo budceya sala 2021 ya welat derbaz bike.
Xwendina yekê ya budceya 2021ê ji aliyê parlemena Îraqê hatbû gotûbêj kirin piştî ku serokên fraksiyonan li gel Serokwezîr Mistefa Al Kazimî civiya bûn.
Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka (VOA) endamê parlamentoya Îraqî yê lîsta KDP Diyar Barwarî got ku hikûmeta navendî ya Bexdayê dixwaze yasayên budceyê bi kar bîne heta kû desthelatên federal yên Herêmê yên ku destûrî garantî kirine bistîne.
Your browser doesn’t support HTML5