Heyama mehekê ye ku gera dûyem ji dîyaloga di navbera Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî PYNK e û Encûmena Niştamanî ya Kurd li Sûriyê ENKS e de hatîye rawstandin.
Piştî ragihandina serkeftina qonaxa yekê, qonaxa diwem destpêkir û li gorî agahîyên tekez ji herdû alîyan ku li ser avakirina Lêvegera Kurdî û rêjeya tevlîbûna ENKS ê di nava Rêveberiya xweser de erê bibû.
Piştî demekê hevdîtin hatin rawestandin, û her alîyek yê din tawan kir bi astengirina berdewamkirina dîyalogê.
Fermandarê giştî yê HSD general Mezlûm Ebdî ku hevdîtin di bin çavdêrîya wî û şanderê Amarîkî de dihatin kirin, di hevpeyvînekê de bo kenala Ronahî tv , ya nêzî HSD'ê, got : sedemên rawestandinê guhertina şanderê amarîkî û hilbijartinên amarîka ne.
Li alîyê din, Serokê Partiya Aştîya Demokarat Ya Kurdistanî Telal Mihemed ku cihê xwe di nava PYNK ê de digre, ji Dengê Amerîka re gotheya niha gavên girîng hatine avêtin.
"lihevkirin ser projak sîyasî û lihevkirinek ser şêwazê tevlîbûna ENKSê di nava Rêveberîya Xweser de ev tê wateya ku her du alî bi yek nerînê li projeya Rêveberiya Xweser projak base".
Lê sedemên rawestandina dîyalogê li gorî birêz Mihemedevin ku ji ber hin sedemên wek rewşa kirîza Sûrîyê, bandora korona û dest werdanên hin dewletên herêmî hişt ku dialog demdirêj bibe.
Li alîyekî din Serokê Partiya Kesk ya Kurdistanî Luqman Ahmê ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku hin sedemên bingehîn hene ji dem dirêjîya dîyaloga di navbera PYNK e û ENKS e de.
"Şandeya ENKS e dema ku nerînên ser maseyê derdikevin pêş di heman demê de bersiva xwe nadin û dibêjin divê em li lêvegera xwe vegerin êdî diçin başûrê Kurdistnê û Turkiyê, ya dîtir nûnerê hikûmeta Amrîkî ev du car tê guhertin û ser wî asasê heya ku yekî nû datînin ew jî dem pêwîste".
Li alîyekî din ENKS red kir daxuyanîyê bide, endamê serokatîya ENKS Fêsel Yûsif di postekî ser rûpela xwe de got , sedemên rawestandinê guhertina şanderê amarîke ye û ret kir ku ew dîyalogê asteng dikin.
Diyare ku sîyasetmedarên kurd li benada nûnerê nû ye Amerîka ne yê ku dê di civînên dîyalogê de amade bibe berîya wê her alîyekî bi rêya ragihadnin û mediya civakî fişarê dike berîya destpêkirina nû.
Hêjayî gotinê ye, ku fermandarê giştî yê HSD di hevpeyvîna xwe de y abo kelnana Ronhaî anî ziman ku tenê şerekî birakujî navbera alîyên kurdistanî wê bibe sedema rawestandina berdewamîya dîyalogê, û ji bilî wê ew rişd in ku dîyaloga navbera alîyên kurdî bibin serî.