Sala nû ya xwendinê li penageha Şehba destpê kir û zarokên Efrînî yên derbider berê xwe dan dibistanan.
Desteya Perwerdeyê ya Rêvebirîya Xweser amadekarîyên cuda jibo pêşwazîkirina sala xwendinê kiriye.
Cîgirê hevserokatîya desteyê mamoste Fadil Çawîş dîyar kir ku gelek astengî li pêş wan hebûne û bi qasî kanîna xwe wan hewl daye ku çareser bikin.
“Avahîyên hin dibistanan hatibûn rûxandin, me sererast kirin û li hin gundên ku dibistan lê tune ne, me xanî veguherîn xwendingeh, herwiha hin kêmasî di warê pirtûk û alavên xwendinê de weke defter û pênûs jî hene û em hewl didin wan dabîn bikin”.
Çawîş eşkere kir ku: “Pêdivîya zarokan bi çente û cilûbergan jî heye, ku dever dorpêçkirî ye û aborîya malbatên derbider lawaz e, loma em bi hêvî ne ku rêxistinên hawarçûnê û kesên xêrxwaz destê alîkarîyê bidin”.
Herwiha wî agahdarî da ku pêwîstî bi hin tedbîrên saxlemîyê jî heye: “Ji ber hin nexweşîyên ku derdikevin pêwîstî bi paqijîya dibistanan heye herwiha derman gerek dibin, lê dorpêça herêmê zehmetîyan di vî warî de derdixe, loma me alîkarî ji Heyva Sor xwestiye jibo parastina tendirustîya zarokan”.
Çawîş ragihand ku nêzî 15 hezar şagirt û xwendekar di her sê qonaxên seretayî, navîn û amadehî de cihê xwe li 72 xwendingehan digrin, ku ewê bi zimanê dayîkê fêrbûna xwe bibînin.
Çawîş got ku desteya perwerdeyê kors û perwerde jibo mamosteyan jî çêkirine.
“Jibo bilindkirina asta mamosteyan, me korsa hîndarîyê di demsala havînê de jibo wan vekir, herwiha sîstema nû ya xwendinê hatiye guhertin ku li şûna ezmûnan êdî nirxandin tê kirin, loma mamoste jibo vê şêwazê hatin amade kirin”.
Dîsa dûr ji cihwarê xwe, ev sala çarê ye ku zarokên Efrînî li derbiderbûnê dest bi sala nû ya perwerdeyê dikin.
Di nava şert û mercên dijwar de, çi binesazîya rûxandî ya dibistanan yan kêmderfetîya pêdivîyên fêrbûnê, zarok bi zimanê xwe yê Kurdî û bi îsrar dixwînin.
Your browser doesn’t support HTML5