Dildarê Şeko: Werger Asoyên Zimanê Kurdî Berfireh Dike

Zimanê nasname û rengê netewan dide naskirin û wan ji hev jî cuda dike, ji ber vê yekê jî xebatên li ser ziman di nav her netewekê de cihekî taybet digre ji bo pêşxistin û pênasîna ziman.

Yek ji jêderên serekî yê geşbîn û pêşxistina ziman, werger e, ji ber ew rê dide ziman ku xwe li zimanekî din bipîve û karvedanê lê bike û jê wergir e.

Ji bo zimanê kurdî, rewşa wergerê çawa ye? Çi pêwîst e û çawa ew xebat dikare bi serkeve?

Di vê xelekê de ji bernama Deng û Reng me xwest em van pirsan bi Helbestvan û wergêr Dildar Şeko re parve bikin û hin nerîn û hizrên wî li ser xebatên wergerê werbigirin.

Dildar Şeko, ji salên 80yan ve mijûlî nivîsîna helbesta kurdî ya nûjen bûye û ji ber têgihiştin û naskirina zaravên kurdî yên cuda û zimanê Tirkî jî wî dest avêt wergerê û yekem berehema wî dîwana helbestavanê kurd yê naskiriî Ehmed Arif bû, ku bi zimanê Tirkî hatibû nivîsandin, lê Dildar bi şêwazek xweş û nazik wergereand zimanê kurdî/ kurmancî bi navê (Ji Kesera Te Min Pranga Kevnarkirin).

Ev werger bû kevirê bengehîn di xebatên wî yên wergerê de û rê da pêşiya wî ku zimanê helbesta xwe jî geştir bike.

Ew dibêje: kêmasiyek mezin di warê wergerê de heye, ji ber guhdan pê nabe û destwerdanek siyasî dinav xebatên li ser ziman heye û ev yek rê li ber pêşveçûna wê girtiye.

Dildar di sala 1955an de li Tilêlûna Derbêsiya Binxetê ji dayik bûye. Lê bi xwe ji gundê Tizyan e, yek ji 33 gundê Surgiciyan e/ herêmên kurdî li Tirkiyê.

Di zaroktiya xwe de li cem Mele Evdirehmanê Kinik dest bi xwendina xwe ya ayînî kir.

Ji ber xebatên wî yên siyasî û texkoşerî, ew di sala 1980 ji aliyê hêzên dewleta Tirkî ve hate girtin û 27 mehan di zindana Amedê de ma.
Piştî wê ew tevlî xebatên Pêşmeragan bû li herêma kurdistana Îraqê ta sala 1995an û piştî wê xebatên tekoşerî berda.

Berhemên Wî:

  • Ji kesera te min pranga kevnarkirin/ Ahmed Arif Ji Tirkî bo Kurdî 1989.
  • Reșo Herêma Talanê /Yilmaz Odabași. Ji Tirkî bo Kurdî 1990.
  • Bi kurdekî re axaftin/ Adonis Buduris. Ji Tirkî bo Kurdî 1988.
  • Nivîsînên Bijarde / Mahir Çayan. Ji Tirkî bo Kurdî 2019.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng-Dildar Şeko-Mon-08-02-2021-LA