Di Teqekirina li Dibistaneke Amerîka de Hejmarek Kuştî û Birîndar Hene

Hêzên Cîbicî Kirina qanûnê di 4ê Îlona 2024-an de, piştî ku teqe li dibista Bilind a Apalachee li Winder, Georgia gihştin cihê bûyerê.

Karbidestan got ku çar kes roja Çarşemê li kampusa dibistanek amadeyî ya Georgia di teqekirinê de hatin kuştin.

Ofîsa Lêkolînan ya Georgia li ser paltforma medya civakî got ku gumanbarek sax hatîye desteser kirin û di girtîgehê de ye.

Rayedaran got ku 9 kes jî birîndar bûn, û herî kêm yek bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Grady Memorial li Atlanta, ku yek ji navendên mezin yên trawmayê ye li herêmê.

Karbidestên navçeya Barrow ku bûyer lê qewimîye got ku li dora 09:30 danê sibê ldibistana amadeyî ya Apalachee, li nêzî Winder, ku bi qasî 50 mîl dûrî navenda bajêrê Atlanta ye, teqekirienk pêkhatî ye.

Destpêka bûyerê polîs û ambulans çûn wê dibistaneke amadeyî piştî raporên li ser gulebarana li dibistanê belav bûn. Kenala MSNBC ragihand ku 2 kes mirin û 4 kesên din jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.

CNN dibêje gumanbarek hatiye girtin, lê tu hûrgilî nedan.

Bûyer li dibistana Appalachian ya li sînorên şaredariya Barrow de, li wîlayeta Georgia, li derveyî bajarê Atlanta qewimî.

Jêder:AFP/NYT/CNN