Trump li Qesra Spî Dê Qurbaniyên Êrîşên Ser Dibistanan Gûhdarî Bike

Serokê Amerîka Donald Trump, Çarşemê li Qesra Spî dê pêşwaziyê li qurbiniyên dibistana bike yên li Amerîka êrîş lê pêkhatine.

Xwendekar, Mamoste û kes û karên qurbaniyên dibistana amadeyî ya li Florida ku, berî çend rojan rastî êrîşa çekadrî hat bû, û 17 kes hat bûn kuştin dê beşdarî dîdar ligel serok Trump bibin.

Çarşemê zêdetirî 100 xwendekar di xwepêşandanek protestoyî de, li paytexta Florida beşdar bûn, xwendekaran daxwaza kontrol kirina çekan kir.

Roja Sêşemê Trump, bo cara yekê piştî bûyera dibistana Florida bi berfirehî liser pirsa êrîşên çekdarî yên ser dibistanan li Amerîka rawesta û got "ewlekariya dibistanan karê herî pêşîn û giringe bo Îdara min". Trump êrîşa ser dibistana amadeyî ya Marjory Stoneman Douglas li Florida weke "komkujiyek Îblîsane" bi nav kir.

Donald Trump doh Sêşemê, li hember grûba serast kirina qanûnan axiftinek kir û got "berî demek kin, min pêşniyar biryarek îmze kir û arastey serdozgerê giştî kir, da ku biryara qedexe kirinê liser hemû wan çekan dane yên ku, ji çekên rewa bo reşaşên otomatîk tên veguhastin", ev biryar dê "demek gek nêzîk de" bi dawî bibin.

Trump, di beşekî axiftinên xwe de rexne li Îdara kevin jî girtin û got, yên berî nihe bo vê pirsgirikê pêngavên cidî ne avêtine.