Serokê Partîya DEVA Babacan Serdana Êlih û Amedê Dike

Ali Babacan

Serokê Partîya Demokrasi û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan îro Pêncşemê serdana Êlih û Amedê dike.

Babacan dê li Êlihê here buroya hilbijartinê ya Party Gel ya Komarî (CHP).

Piştî wê serdanê, Babacan dê li Bismilê beşdarîyê li bernameya fitarê bike.

Serokê DEVA dê bi şev derbazî Amedê bibe û sibê Înê jibo nimêja cejnê here Mizgefta Mezin.

DEVA li hin bajaran ji lîsta CHP’ê dikeve hilbijartinan.

Ev partî di serokomarîyê de jî piştgirîya berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu dike.

Jêder: DEVA, Twitter