Alî Babacan: Tundîyên Desthilatê Me Natirsînin

Serokê Partiya DEVA Ali Babacan - Tirkiye

Partîya Demokrasî û Pênvgavê (DEVA) duh li bajarê Yozgatê li Qada Komarê mîtîng çêkir. Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan li vê derê aqaftinek kir û got, “Êrîşên ku desthilatî li ser partîya me tîne çavê me natirsîne, ew bi xwe ji me ditirsin.”

Di demên dawî de li ser DEVA’yê de çend astengî û êrîş li ser hev hatin. Gava vê partîyê cara yekem li Dîlokê mîtînga xwe ya yekem xwast çêke, cîyê ku DEVA’yê daxwaz kiribû ji alîyê walîtîyê ve hatibû red kirin û cîyekî derî bajar hatibû dayîn.

Çend rojên dawî de jî li bajarê Denzlîyê astengî hatin çêkirin, li Karamanê ev partî rastî êrîşan hat û li Çorûmê jî gava vê partîyê xwast çalakî durist bike hemû bîlbord bi wêneyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatin tijîkirin.

Ji Mîtînga Yozgat'ê ya DEVA'yê

Herî dawî jî duh li Yozgat’ê di qada mîtîngê de cîyê ku kursîya aqaftinê hatibû danîn li pişt wî, sê roj berê mîtîngê, wêneyeke mezin ya Erdogan hatibû daliqandin. Çêkerên mîtîngê jî bi vînçeke ve ala Tirkiyê daliqand û ser wêna Erdogan girtin.

Yozgat, li tevahîya Tirkiyê bajarekî wek qela MHP û AKP’ê tête pênasekirin. Demeke dirêj jî bes MHP li vî bajarî serkeftî bû. Lê di hilbijartina dawi de AKP’ê şaredarîya vê derê qezenç kir. Li ber vî jî Mîtînga Yozgatê jibo DEVA’yê girîngîyeke dihewîne.

Serokê DEVA’yê Babacan, li vê derê di qisedana xwe de Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî rexne kir û got, “Ew hêza desthilatîyê didin destê xwe û vê hezê bi şiklekî ne hiqûqî bikar tînin. Êrîşên ku li ser partîya me tê çêkirin, bila bizanibin ku partîya me biçûk nake an jî çevê me natirsîne. Ew bi van kirinan ji me ditirsin û van yekan dikin.”

Piştî mîtîngê Babacan li gel rojnamevan di xwarineke taybet de civîya. Babacan li vê derê pirsên rojnamevana li ser hevdîtinê partîyên opozîsyonê, mêza şeşmendî, endamê serokamarê yê opozîyonê, pirsgirêka Kurd û operasyona Sûrîyê jî rawestîya.
Babacan ragihan ku di hevdîtinê opozîsyonê de ew tevahî li ser sîstema parlementerîzmê û di nû de sazkirina hiqûqê disekinin. Babacan li ser operasyona Surîyê jî rawestîya û got:
“Pêwîstî bi operasyoneke heye ana na? A rastî ez hê bi operasyoneke îkna nebûme. Di vî warî de ji xwe hevgirtîtîyek jî tunene. Ana em temaşe dikin destûra esmanî jî nîne. Ez vê yekê bi tevahî jibo dizaynkirina sîyaseta navxweyî dibînim.”

Babacan li ser pirsgirêka Kurd jî rawestîya û got, “Em yek rêz plana çalakîyê durist dikin. Di bin mafên demokratîk de emê pirsgirêka Kurd jî bikin pirtûkok ek.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqerê 14 08 2022