Deryavanên Tirkiyê Yên li Nîcîrya Hatbûn Revandin Tên Azad Kirin

Wêne Arşîv

Stenbol- Ajansa Anadolu ya nûçeyan ragihand ku 15 deryavanên Tirk yên meha borî li ser keştiyeke barî bûn û li peravên Nîcîrya hatbûn revandin Yekşemê vegeriyan û li Stenbol hatin pêşwazîkirin.

Keştiya Mozart dema ku 23 meha Rêbendanê li ser rêya xwe ya ji Lagos paytexta aborî ya Nîcîrya diçû Cape Town li Başûrê Afrîqa hatbû revandin.

Çekdarên nenas, deryavanekî Azerbaycanî kuştbû û hejmarek ji karmendên keştiyê birîndar bibûn ya ku alayê Liberiya li ser bû. Keştî ber bi Gabon ketbû rê berî ku têkiliya pê re qut bibe.

Roja Înê Tikiyê ragihanbû ku wan hemû deryavan hemû rizgar kirine.

Weke Anadolu dibêje, Yekşemê deryavan gihane firokexana Stenbol û bi çepikan hatin pêşwazî kirin, malbatên wan û wezîrê derve Mevlut Cavusoglu li pêşwaziya wan bûn.

Kapîtanê keştiyê Mustafa Kaya gote rojnamevnana, keştî di nava daristanekê da hatbû desteser kirin û got "Em ji aliyê bedenî ve nehatîn eşkencedan, lê ji aliyê derûnî ve karek gelek zehemtbû."

Ne hikûmeta Tirkî û ne xwediyên keştiyê nedan zanîn kanê çawan hatin rizgar kirin, lê kesên keştî revandbûn daxwaza fidiyê(seranê) kirbûn.

Ofîsa Navnetewî ya Deryavaniyê meha derbazbûyî gotbû, êrîşên korsanên keştiyan li sala borî li cîhanê 20% zêdetir bûne û pêla herî zêde ya revandina keştiyan li peravên rojavayê Afrîqa ye.

Li ser astê cîhanê sala borî 135 deryavan hatbûn revandin, ji wan 130 kes li Kendava Guinea (Xînya) hatbûn revandin ku asta herî bilinde li herêmê ku hezaran kîlometr in, ji peravên Senegal heta Angola.

Li peravên Nîcîrya 10 deryavanên Tirk dîsan hatbûn revandin yên ku tebaxa sala 2019ê hatbûn azad kirin.