Dersîm Abdullah Behsa Nûçevanîya Kurdî li Qamişlo Dike

Nûçevana Kurdistan TV Dersîm Abdullah

Dersîm Abdullah rojnamevaneke genc e ku li Qamişlo li ofîsa Kurdistan TV wek nûçevan dixebite.

Em bi Dersîm Abdullah re rewşa rojnamevanîya Kurdî û xebatên Kurdistan TV axifîn.

Xanim Abdullah dibêje, rewşa xebatên rojnamevanî li Qamişlo ber bi başbûnê ve diçe lê kêmahîyên teknîkî yên wek înternet û qutbûna elektrîk karê wan dijwartir dike.

Dersîm Abdullah dibêje, ew hêvî dike ku dezgehên ragihandinê yên Kurdan wek Ronahî TV, Kurdistan TV û yên din pirtir hevkarî bikin û projeyên hevbeş biafrînin.

Your browser doesn’t support HTML5

Dersim_Abdullah_RR