Hikûmeta Tirkîyê Qayum Datîne Ser 2 Bajarvanîyên Destê DEM Partî û CHP

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku li ser bajarvanîyên Dêrsim û bajarokê girêdayî wê, Pulur, (Ovacik) qayum hatine danîn.

Wezareta Karên Navxweyî li şûna Hevşaredarên Dêrsimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan, qaymaqamê Tuncelî Bulent Tekbiyikoglu û li şûna Bajarvanê Pulur, Mustafa Sarigul jî qaymaqamê Ovacikê Huseyîn Şamil Sozen wek bajarvan danîn.

Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya ragihand ku hêzên ewlekarîyê girseyên li pêş avahîya Dêrsimê bi dara zorê dûr xistin, ku jibo şermezarkirina cezayê zindanê ya şaredaran civîbûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hilbijartinên dawî de DEM Partî bajarvanîya Dêrsimê û CHP jî ya Pulurê qezenc kiribûn û hikûmeta Tirkîyê berê jî bajarvanên Mêrdîn, Elih (Batman) û bajarokê Esenyurt li Stenbolê ji kar dûr xistibûn û li şûna wan qayum danabûn.