Di ser komkujîya Dersîmê re 87 sal derbasbûn. Êrîşên Tirkîyê cara yekemîn li Dersimê di 15 Mijdarê 1937’an de destpêkir û di navbera salên 1937-1938an de li gor çavkaniyên dîrokî kuştinek mezin ji alîyê serfermandarîya Tirkîyê ve hate çêkirin.
Li gor hin hejmarên ne resmî tê ragihandin ku bêtirî 100 hezar kes an hatine kuştin, koçberkiri an jî windakirin.
Di van bûyeran de Seyît Riza û hevalên wî hatin dardakirin û heta niha jî gorên wan ne dîyar in.
Li gor belgeyekî Wekaleta Malî ku di wê demê de bi Wezareta Malî ve girêdayî bû, 4 meh berî komkujîya Dersimê Tirkîyê ji Almanya bi rêya Balyozxaneye Tirkîyê 20 ton bombeyên gazê kirîne.
Ku ev belge di arşîva Mahmut Akyureklî de ye û Dengê Amerîka danyek bidest xist. Di vê derê de wiha tê gotin.
“Di wekaleta parastina netewî de pêşkêşî meqama me ya bilind di 27/7/1937 hatîye pêşkêşkirin. Li gor hejmarê tezkereya 233/87 hatîye lêkolînkirin. Ji ber pêwendîyên leşkerî lazime ku veşartî were girtin, bi şertê ji Heyeta Wekîlê Îcrayê bazarkirin dê çêbe û li gor hejmarê 2490’an zêdekirin, kêmkirin û li gor qanûna îhalê ya 46’emîn hatîye duristkirin.”
Di berdewamîyê vê belgê de jî daxwazên çekên gazî jî wiha tê dîyarkirin:
“Ji bo bombeyên balefiran yên cûr bi cûr li gor pêdivîyan 20 ton gaz û tesîsatên ku bombeyan otomotîk tije dikin… (Meqamên me ya bilind viya dixwaze ku veşartî be) û (bihayê wî 150.000 lîra û ji Almanya’yê bi şertê -klering mukavelesi!- were tamînkirin). Ji hêla Balyozxaneya me ya Almanya ve ji Almanyayê bi dizî were bazarkirin û kirîn.”
Tirkîyê li Dersimê bikaranîna çekê kîmyawî heta niha jî nepejirandîye, lê gelê Dersîmê di wê bawerîyê de ne ku li Dersimê çekên kîmyawî hatine bikaranîn.
Parlementera Dersimê ya DEM Partî Ayten Kordu, li ser operasyonên Dersimê ji Dengê Amerîka re axivî, Kordu ragihand ku li ser komkujîya Dersimê 87 sale borîye lê heta niha jî gelek tişt veşartî ne.
“Me serî li hemû meqamên dewletê dane ku cîyê goristana Seyît Riza û hevalên wî nîşanî me bidin. Lê ti meqamê dewletê di vî warî de gaveke navêjin. Em dixwazin ku ji bo Dersimê Komîsyoneke Heqîqatê were damezirandin. Me çendin car jî pêşnîyar kir, lê ew naxwazin ku hin tişt derkevin holê.”
Di dema pêvajoya çareserîyê de rayedarên Tirkîyê jî li ser opersayonên Dersimê rawestîya bûn. Ayten Koru li ser van jî sekinî û got:
“Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî di axaftineke xwe de li ser vî sekinîbû û gotibû, ‘Heke pêdivî bike emê lêborîna xwe bixwazin’. Lê binê vê lêborînê ti gav nehat tijekirin. Heta ku vîya neyê kirin, di bin hefizeya me de jî ev wek êrîşeke derdikeve pêş.”
Di bûyerên Dersîmê de gelek jin û zarok ji axa xwe hatin belavkirin. Gelek zarok wek sêwî li bajarên Tirkîyê di nav hin malbatan biyanî de mezin bûn. Li ser vê koçkirin û belavkirinê gelek belgewar û fîlm jî hatin çêkirin. Lê êşa Dersimê her sal di 15 Mijdarê de xwe car din dîyar dike.
Têbînî: Belgeya ku hatîye weşandin li Tirkiyê gelek gotûbêj li ser hene û hêjê tê nîqaşkirin, lê Dengê Amerîka bi şêweke serbixwe nikarî piştrast bike ku madeyên di belgeyê de hatine binav kirin di komkujîya Dersimê de hatine kar anîn.
Your browser doesn’t support HTML5