Artêşa Sûrî Ber bi Derêzorê ve Nêzîk Dibe

Hikûmeta Sûrî ragihand ku hêzên wê ber bi bajarê Derêzor ve nêzîk dibin ku dawî li kontrola DAIŞ’ê bînin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku artêşa Sûrî pêşde diçe û ji bingeheke leşkerî ya artêşê ya dorpêçkirî, 10 kîlometre dûr e.

Televîzyona dewletê jî îdia kir ku tenê 3 kîlometre maye ku hêzên dewletê bigehijin hevrêyên xwe.

Piştî destpêbûna şerê navxweyî, komên serhilda û yên cîhadî bajar û parêzgeha Derêzor xistibûn bin kontrola xwe û ji herêm ji 2014’an vir ve di bin desthilata DAIŞ’ê de bû.

Rejîma Beşar Esad girîngîyeke mezin dide kontrolkirina Derêzorê jiber ku ew herêm navenda sektora petrolê ye Sûrîyê ye.