Li Derya Sor Tanker û Keştiya Bazirganiyê Rastî Êrîşên Mûşek û Dronan Tên

Şer û Pevçûnên li Rojhiulata Navîn

Saziyên Deryayî yên Brîtanî ragihandin ku du keştî, yek ya petrolê ya bi ala Panama û keştîyek bazirganî, roja Duşemê li Derya Sor li peravên Yemenê rastî êrîşan hatine.

Hat ragihandin ku di her du bûyeran de jî ti ziyanên canî çênebûne, lê du mûşek li keştîya petrolê ketine.

Karbidestên leşkerî piştrast kirin ku tankera 'Blue Lagoon I' bi mûşekan hatiye êrîş kirin, kompanîya ewlehîyê Ambrey ragihand.

Êrîşa tankerê 70 mîlometre li bakurê rojavayê bendera Saleef ya Yemenê pêk hatiye, Ambrey û Operasyonên Bazirganî ya Brîtanya (UKMTO) gotin.

"Ambrey dinirxîne ku keştîya jiber girêdana kompanîyek hatiye aramnc kirin, jiber bi keştîyek bi navê benderên Îsraîlî ve girêdayê ye," kompanîyê got.

Di bûyera duyemîn de, dronek li keştîyek bazirganîyê xist, li 50 km dûrî bendera Hudeyda ya Yemenê, Ambrey û UKMTO ragihandin.

Serhilderên Hûsî yên Yemenê ku Îran piştgirîya wan dike şerê Îsraîlê dikin, mîna beşek ji "xeta berxwedanê" ya Îranê, ku komên çekdar yên li Îraq, Sûrîyê û Lubnanê di nav de ne.

Çekdarên Hûsî ji Mijdara borî ve li Kendava Aden û Deryaya Sor êrîşan dibin ser keştîyên navneteweyî, bi taybet yên ku girêdayê Îsraîlê ne.

Hûsî dibêjin ku bi êrîşên ku rêgeha deryayî ya bazirganîya cîhanî ya serekî qut kiriye, di şerê li Gazayê de ew piştvanîya Filîstînayan dikin.

Jêder: Reuters