Hevseroka Giştî ya Partîya Wekhevî û Demokrsî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, bertek nîşanî desteserkirina hevbajarvanên Akdenîz ya Mersînê dan û got ku hikûmet dixwaze mafê hilbijartinê ji destê wan derbixwe, lê ew destûr nadin vê hewildanê.
Hatîmogullari di beşdarbûna vekirina Navenda Kordîsyona Felaketan a Bajarvanîya Wanê (AKOM) de axift û dîyar kir ku hevbajarvanên wan bo xizmeta gelê xwe hatine hilbijartin.
Wê got, “Serê sibê hevbajarvanên me, endamên meclîsê û hin rêvebirên bajarvanîyê hatin desteser kirin û niha bajarvanîya wan di bin dorpêça hêzên ewlekarîyê de ye. Ne mimkûn e ku em vê yêkê qebul bikin. Bajarvanîyên DEM Partîyê, jibo hizmetên mîna AKOM’ê hatin bijartin. Bajarvanîyên DEM Partîyê bo hizmeta bajêr hatine bijartin. Bajarvanîyên DEM Partîyê, di alîyê rêvebiriyên xwecîhî de çî bikeve ser milê wan bi wê yêkê ve pêyvîrdarin. Îro di navbera bajarvanîya Konyayê û DEM Partî yê de ti cûdahî tune. Lê mixabin hikûmeta bi dîyarkirina qayuman destûr nade ku em xizmeta gelê xwe bikin.”
Hatîmogullari bi bîrxist ku li bajarvanîya Wanê jî demek dirêj di bin rêvebirîya qayum de bû û got ku qayuman bo vî bajêrî çî xizmet nekir. Wê îdia kir ku qayuman çavkanîyên bajarvanîyan bo berjewendîyên derdora xwe bi kar anîne û ne tenê li vî bajarî li bajarên din jî heman tişt kirine.
“Ez dixwazim ji vê derê bang li Enqerê bikim; hun nikarin mafê bijartin û hilbijartinê ji destê me hildin. Di demek nêz de li vî welatî wek bingeha demokrasîyê hilbijartin hat kirin û ev jî bi qanûna bingehîn hatine parastin. Em vî mafê xwe nadin we.”
Berpirsê Rêvebirîyên Xwecihî yê DEM Partîyê Ruştu Tîrkyakî li ber derîyê Bajarvanîya Akdenizê, bo Ajansa Mezopotamya (MA) axift û bal kişan ser piroseya hevdîtina li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku bi tayînkirina qayuman, baweriya gel a bo çareserîyê namîne. Wî got ku ew dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştîyane çareserbe.
“Em dixwazin derîyên dîyalogê vebin. Desthilata sîyasî bi alîyekê ve peyamên çareserîyê, ji alîyê din ve jî hevbajarvanên ku hatine bijartin ji peyvirê hilde. Ger ku hun bajarvanîyên me bi vî awayî ji destê me derbixin, em nikarin gelê xwe bi vê pêvajoyê bidin bawerkirin. Ew hêvîya ku di nav gel de avabûyî dibe ku pûç be.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Serdozgerîya Komarî a Mersînê bi îdiaya “endamtîya rêxistina terorê”, “propaganda rêxistina terorê”, “dijî qanûna li hember fînanskirina terorê derketin” û “li dijî qanûna xwepêşandan û civîna derketin” Hevbajarvanên Akdenîz li Mersînê Hoşyar Sarıyıldız, Nuriye Arslan û 4 endamên meclîsê desteser kirin. Heya ev raport dihat amade kirin, ji alîyê Wezareta Karên Navxweyî ve derheqê tayînkirina qayum de ti daxuyanî nehatibû dayîn.
Di hilbijartinên 31 Adara 2024’an de DEM Partî 78 bajarvanî dest xistibû. Ji hilbijartinê heya niha bo 9 bajarvanîyan qayum hatiye tayîn kirin.
Your browser doesn’t support HTML5