Rûniştina pêncan ya doza Denîz Poyraz, roja Çarşemê li bajarê Îzmîrê li Dadgeha Cezaya Giran ya 6an hate dîtin lê jiber alozîyê rûniştin nîvî ma.
Li gor daxuyanîyên li ser rûniştinê, dema doz destpêkir, seroka dadgehê rê neda serokên baroyan û parêzerên ku dixwazin bibin mudaxîl li ser navê malbata Denîz Poraz.
Heman helwest li rûniştina çaran da jî hebû, lê hate gotin ev car seroka dadgehê helwestek reqtir nîşan da û bi Parêzeran re nîqaş kir û navber da rûniştinê.
Din av rewşa aloz de cendermeyan birayê Denîz Poyraz yê girtî, anîne hola dadgehê û li gor zanyarîyan, kûjer Onur Gencer bi dest û çavan xwe tinazê xwe bi birayê Denîz Poyraz kiriye.
Dema Kamuran Poyraz jî xwestîye bersîv bide, cenderme sîle (şeq) li wî xistîye û li holê alozî çêbûye. Xizmê wan xwestine êrîşê kujer bikin û polîs bi gaza îsotê mudaxaleya temaşevanên dozê kiriye.
Piştî vê rewşê heyeta dadgehê biryar da ku rûniştinên şûnda li kampusa Girtîgeha Şakranê bê dîtin.
Parêzerên malbatê û Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel daxuyanîya pişyî vê biryarê anî ziman, heyeta dadgeran, çavê xwe li lêdana Kamuran Poyraz girtin, ji destpêkê vir de dixwazin dozê ji Parêzeran ji gel birevînin.
Wî dîyar kir ku ew jibo Denîz Poyraz edaletê dixwazin û dizanin ku kujer Onur Gencer vê êrîşê bi serê xwe plan nekiriye.
‘’Heta hêza li pişta wî eşkere nebe, heta kesên ku çek dan dest û ew şandin, eşkere nebin, jibo Denîz Poyraz jî edalet jî çênabe'' got Serokê Baroya îzmîrê.
Rûniştina şeşan wê roja Înê were dîtin.
Your browser doesn’t support HTML5