Danîmarka: 10 Tankên Pêşî yên Leopard 1 Giheştin Ukrayna

Danîmarka îro Înê ragihand ku 10 tankên pêşî yên Leopard 1 giheştine Ukrayna.

Ew 10 tank ji alîyê Danîmarka, Almanya û Holandayê ve hatine dayîn.

Li gor ragihandina Danîmarka, hin tankên jî di rê de ne.

Serê salê, Danîmarka, Almanya û Holanda ragihandibûn ku ewê di demên pêş de 100 tankên çêkirina Almanya bidin Kîevê.

Artêşa Danîmarka dîyar kir ku 10 tankên din jî ji kargehê nû derketine.

Wê artêşê ragihand ku Danîmarka, li Almanya hin leşkerên Ukraynî jibo karanîna tankan perwerde dike.

Dewletên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.

Rûsya dîyar dike ku dewletên Rojavayî girjîyê gur dikin û dibêje ew nikarin rê li ber armanca hêzên Rûsî bigirin.

Jêder: AFP