Parlamana Danîmarkî Dest bi Danûstandinên Ser Bernivîsa Qedexeya Şewitandina Quranê Bike

Parlamana Danîmarka wê dest bi danûstandinên ser bernivîsa derbarê qedexeya şewitandina Quranê bike.

Jimareke protestoyên dijî kitêba pîroz ya Îslamê, wek şewitandina Quranê, hêrsa welatên Misilman rakiribû.

Meha Tîrmehê, li Bexda li ser banga rêberê oldar Muqteda Sadr nêzî 1000 xwenîşanderan hewil dan ku êrîşan bibin ser balyozxaneya Danîmarka li Herêma Kesk.

Hikûmeta Danîmarka dîyar dike ku girjîyên çêdibin zararê didin ewlekarîya neteweyî.

Malpera parlamana Danîmarkî radigihîne ku bernivîs protestoyên dijî tekstên xurt yên olî wek tawaneke bi ceza dibîne.

Ger bernivîs were pejirandin tawanbar dikarin bi cezayê girtîgehê yê heta du salan re rûbirû bimînin.

Polîsên Danîmarkî didin zanîn ku îsal navbera 21’ê Tîrmehê û 24’ê Cotmehê li welêt 483 bûyerên şewitandina pirtûk yan alayan hatine tomar kirin.

Bernivîs cara pêşî meha Tebaxê hatibû ragihandin, lê ew jiber rexneyên ser sînordarkirina azadîya derbirînê û dijwarîya bicîhanîna wê hat guhertin.

Wezareta Dadê ya Danîmarka meha Cotmehê dîyar kir ku bernivîs hatiye sînordar kirin û bi taybetî armanca wê helwesta dijî tevgerên xirab yên ser tekstên pîroz yên olî ye.

Di serî de hatibû plan kirin ku sembolên olî bikevin bernivîsê.

Piştî xwendina pêşî ya roja Sêşemê, komîteyek wê ser bernivîsê vekolînê bike û berî dengdanê jî wê du caran jibo xwendinê were pêşkeş kirin.