Xwenîşanderên Danîmarkî li Pêş Balyozxaneyên Misir û Tirkîyê Quran Şewitandin

Çend xwenîşanderên Danîmarkî îro Sêşemê li pêş balyozxaneyên Tirkîye û Misirê yên li Kopenhangê Quran şewitandin.

Çalakîya şewitandina Quranê ji alîyê Welatperwerên Danîmarkî ve hat li dar xistin.

Danîmarka û Swêd dibêjin ku ew şewitandina pirtûka pîroz şermezar dikin, lê ew jiber azadîya ramanê nikanin rê li ber vê protestoyê bigirin.

Ser şewitandina Quranê, xwenîşanderên li Îraqê hefteya borî êrîş biribûn ser balyozxaneya Swêdê ya li Bexda.

Wezareat Derve ya Îraqê do Duşemê bangli dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) kiribû ku ser azadîya ramanê û azadîya protestokirinê jinûve bifikirin.

Tirkîyê jî bang li karbidestên Danîmarkî kiribû ku li gor berpirsîyên xwe yên navneteweyî tevbigerin û rê li ber şewitandina pirtûka pîroz ya dînê Îslamê bigirin.

Misirê jî îro bang li karbidestê Swêdê kir û ew protesto şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Danîmarka Lars Lokke Rasmussen dîyar kir ku ew hevtayê xwe yê Îraqê Fuad Huseyîn re ser peywendîyên dualî û protestoyan bi awayekî erênî axifîye.

Rasmussen ji platforma medyaya civakî X’ê, ku berê wek Twitter dihat zanîn, dîyar kir ku ew wan çalakîyan şermezar dike û divê protesto bi awayekî aştîyane bin.

Jêder: Reuters