Berî 10 rojan di êrîşekî çekdarî ya dijî avahîya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP)ê ya Îzmîrê, xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz jîyana xwe ji dest dabû.
Nijadperestê Tirk Onur Gencer ev êrîş pêk anîbû û piştî bûyerê Gencer ji alîyê polîsan ve hatibû desteser kirin û piştî re jî ew hatibû girtin.
Gencer di îfadeya xwe ya pêşîn de gotibû ku "Ez ne poşman im. Ez bawer dikim ti ferqa ku kesên têne vir û endamên PKK’ê de tune ne. Eger hin kesên din jî hebûyan minê ew jî gulebaran bikirana."
Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Stenbolê Alî Şeker dîyar dike kuştina Denîz Poyraz jiber zimanê hişk yê sîyasetê ye "Di demên dawî de zimanê sîyasetê şûna çareserkirina pirsgirêkan zêdetir zimanê nefret û dijminatîyê derdikeve pêş. Jibo bûyerên bi vî awayî neqewime, divê herkes baldartir tevbigere û dev ji vî zimanê hişk berde."
Şeker bi berdewamî dibêje ku di kuştina Poyraz de kêmahîyên Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkîye hene û li Tirkîyê her dem îhtîmalên komkujî û provakasyonên nû jî heye.
"Erka Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkîyê pêşigirtina komkujî û bûyerên bi vî rengî ne. Eger ev bûyer ku li cîhekî tê parastin de pêk were ev tê wê wateya ku îstîxbaratê li Tirkîyê erkên xwe bi temamî neanîne cîh. Rêketin, têkîlî û xebatên Gencer yên jibo komkujîyê li holê ye û avahîya HDP'ê jî eger têvî parastinê jî ev êrîş pêk were ev tê wateya ku wezareta navxweyî erkên xwe bi temamî pêk ne anîye."
Your browser doesn’t support HTML5