Dadgeha Tirkîyê îro Sêşemê bo kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer jiber kuştina qestî ya plankirî cezayê girtîgehê ya bi direjîya temên ya giran da.
Gencer jiber zarardayîna li mal 4 sal, binpêkirina parezbandîya li malê 2 sal û dijberîya bo qanûna çekên bi agir 3 sal cezayê girtîgehê sitand.
Wî di 17ê Hezîranê de li Îzmîrê êrîş biribû ser avahîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP).
Êrîşvanê 27 salî li avahîyê Denîz Poyraz, ku mala wê xebatkarên HDP’ê ne, kuştibû.
Gencer wêneyê Poyraz ya di nav xwînê de li ser medyaya civakî weşandibû û piştre xwe radestî polîs kiribû.
Di îfadeya dozgerîyê de, Gencer gotibû ku wî xwestiye pirtir kesan bikuje û jiber nefreta wî ya bo Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) wisa kiriye.