Li ber e ku dengdana li Civata Nûneran ya bo împîçkirina Serok Donald Trump roja Çarşemê çebe.
Di Civata Nûneran de 435 endam hene û 36 endamên Demokratan ji yên Komarîyan zêdetir in.
Jiber vê tê çaverêkirin ku Civata Nûneran împîçkirina Trump bipejirîne.
Ger surprîzeke mezin çênebe, Trump dê bibe serokê sêyan yê Amerîka yê hatiye împîçkirin.
Berê, Andrew Johnson û Bill Clinton hatibûn împîçkirin û Civata Senatoran bo her duyan jî biryar dabû ku ji kar neyên dûrxistin.
Richard Nixon jî di lêpirsîna împîçkirinê de berî dengdanê karvekişîna xwe ragihandibû.
Civata Nûneran ger împîçkirina Trump bipejirîne, Trump dê li Civata Senatoran were darizandin. Civata Senatoran dê bibe dadgeh û senator jî dê bibin endamên jurîyê.
Çaverê ye ku ew dadgeha li Civata Senatoran di Çileya 2020’an de çêbe û bi qasî 15 rojan bidome.